Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka: Biryara Dadgehê rê bo Demeke Dirêjtir Dide Girtina Zarokên Koçber


Rêveberiya Trump dibêje daxwaza Dadwer a anîna cem hev a zarokên koçber û malbatên wan, ku li ser sînorê Amerîka ji hev hatine cudakirin, renge bihêle zarok bo demeke dirêjtir ji ya niha girtî bimînin.

Wezareta Dadweriyê di fayleka dadgehê de doh Înê got:

“Hikûmet wê malbatan ji hev neqetîne. Ewê di dema proseya koçberiyê de wan bi hev re girtî bihêle, dema li ser sînor bêne girtin.”

Pêşbîniya wê dibe ku malbat bi mehan an salan bêne girtin bi sedema hebûna bi hezaran doseyên koçberiyê di sîstema dadegê de.

Biryareka Dadgeha Fedralî ya bi navê Rêkeftina Flores, rê nade girtina zarokan bêhtirî 20 rojan.

Dadgeheka herêmî ya bajarê San Diego li California, biryar da ku malbatên ji hev hatî veqetandin pêwîste di nava 30 rojî de bigihin hev û zarokên jêr 5 salî di du hefteyan de bê vegerandin.

Berpirs dibêjin derdora 2,000 zarok çavlirê ne tevlî dê û bavên xwe bibin.

XS
SM
MD
LG