Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Dê Hin Malbatên Koçber li Otelan Bicîh Bike


Dîmenek ji koçberên ku li ser sînorê Meksîko bi qaçaxî hatine Amerîka.(Arşîv)
Dîmenek ji koçberên ku li ser sînorê Meksîko bi qaçaxî hatine Amerîka.(Arşîv)

Ajansa Reutersê îro Şemîyê ji zarê du çavkanîyan ser mijara koçberên qaçax ku têne Amerîka planeke nû ya rêvebirîya Biden ragihand.

Li gor ragihandina du çavkanîyan, di çarçoveya bernameyek nû ya ku ji hêla rêxistinên sivîl ya civakî ve tê rêve birin, hin malbatên koçber ewê li otelan werin bicîh kirin.

Navendên desteserkirinên bi perê ku niha koçber têne girtin, ji hêla Demokrat û pisporên saxlemîyê ve têne rexne kirin û biryara gaveke wek dûrketina ji wan navendana tê nirxandin.

Du çavkanîyan dane zanîn ku Endeavors rêxistineke sivîl ya bingeh li bajarê San Antonio ye, ewê li otelên Texas û Arizona çavdêrîya ya ku mîna 'navendên pêşwazîya malbatê' têne bi nav kirin, bike.

Rêxistin, dê bi hevkarîya rêxistinên din yên sivîl re, di destpêkê de jibo malbatên hewcedar yên ku li ser sînor têne girtin, di heft otelên cûda de 1.400 cîhan peyda bike.

Vekirina navendên pêşwaziyê ewê di sîyaseta rêvebirîya Serok Joe Biden yê Demokrat de, nîşana guherînek girîng be ku ji desteserkirina malbatên koçber li navendên bi diravî dûr dikeve.

Serok Biden di meha Rêbendanê de, ferman da ku Wezareta Dadê peymanên xwe yên bi navên desteserkirinê yên cezayî yên ku ji hêla kompanîyên taybet ve tê xebitandin, nû neke.

Lê, di fermana Biden de, mijara girtîgehên koçberîyê yên ku ji hêla Ajansa Koçberî û Parastina Gumrukan (ICE) ve têne rêve birin, nehat detnîşan kirin.

Li gor pêzanînên ICE, nêzî 900 kesên koçber niha li du navendên desteserkirina malbatan li Texas têne girtin.

Navendekî sêyan ya li eyaleta Pennsylvania êdî jibo girtina malbatan nayê bikar anîn.

Heman du çavkanîyan diyar kirine ku navendên li otelan, ku dê di Nîsanê de werin vekirin, ewê testên COVID-19, lênêrîna bijîşkî, xizmetên xwarinê, karmendên civakî û berpirsên şopandina dozên koçberîyê ku a alîkarîya rêwîtiyê û heremên siberojê bikin, pêşkêş bikin.

Herwiha, dê karmend ser xebata bi zarokan bêne perwerde kirin.



XS
SM
MD
LG