Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştgirên Koçberan li 600 Bajarên Amerîkî Xwepêşandanan Dikin


Gurûpên alîgirên koçberan îro Şemiyê, li dijî helwesta serok Donald Trump a derbarê koçberiya ne yasayî, li seranserî Amerîka derketin xwepêşandanan.

Koalisyoneka çalakvanên çep, di nav de jî gurûpên ku sala borî xwepêşandaneka mezin a jinan lidarxistibû, alîkariya organîzekirina xwepêşandanan li bêhtirî 600 cih li seranserî welêt kir.

Organîzer dibêjin ew piştgiriyeke bihêz ji dayîkên dijberên siyaseta Trump a jihevqetandina malbatan werdigrin.

Xwepêşandan li bajarên mezin wek Waşintona paytext, Los Angeles û New Yorkê birêve diçin.

Di bin siyaseta Trump a ”sifir lêborîn” de hikûmetê dest bi girtina hemî koçberên, ku bi awakî ne yasayî derbasî Amerîka dibin, kir.

Piştî fişareka gelêrî, Trump siyaseta xwe ya veqetandina zarokan ji malbatên wan rawestand, lê hîn derdora 2,000 zarok girtî ne û gelek malbat dibêjin ew nizanin zarokên wan li ku ne.

XS
SM
MD
LG