Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Deryayî yên Amerîkî 385 Kîlo Heroin li Nav Deryaya Erebî Desteser Dikin


Gemîyên hêzên deryayî yên Amerîkayê 385 kîlo madeya hişbir ya heroinê li Deryayê Erebî desteser kirk u buhayê wan dora 4 milyon dolar e, karbidestan îro Pêncşemê got.

Herdu keştîyên Amerîkî USS Tempest û USS Typhoon ev heroina ku li nav keştîyeke masîgirtinê veşartî bû li nav avê girt. Keştîya ku ala ti welatî li ser nebû roja Duşemê hatibû girtin, li gor karbidestên Amerîkî.

Hêzên Deryayî yên Amerîkî ragihand ku dibe ku keştîya masîgirtinê ji Îranê hatibe. Her neh karkerên li nav keştîya girtî xwe wekî hemwelatîyên Îranî dan nasîn, li gor Komandar Timothy Hawkins, berdevkê Hêzên Deryayî yên Amerîkî li Rojhilata Navîn.

Wî ti agahî neda ka ev madeyên hişbir li ku derê hatine çêkirin yan jî ber bi ku ve diçûn.

Tîmên nobedarîyê di operasyonên xwe yên nav Deryaya Erebî îsal madeyên hişbir yên bi nirxê 193 milyon dolar desteser kirine.

Tê zanîn ku heroin ji Îran û Afganistanê bi rîyên bejahî tên şandin bo Rojhilata Navîn û Ewrupayê jî, li gor raporta sala borî ya Neteweyên Yekbûyî ya Cîhanî jibo Nirxandina Madeyên Hişbir. Qaçaxçîyên ji Îranê jî bi awayekî zêdebûyî deryayê bikar tînin jibo ku heroinê bibin Başûrê Asyayê, li gor heman raportê.

Jêder: AP

XS
SM
MD
LG