Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Encûmena Niwêneran a Amerîkî Pakêteka Alîkariyan bi Nirxa 3 Trîlyon Dolar Pesend Dike


Encûmena Niwêneran a Amerîkî roja Înê li pêşniyareka demokratan a girêdayî pakêteka alîkariyan bi nirxa 3 trîlyon dolar xwedî derket, ji bo rûbirûbûna vîrusa koronayê. Lê pêşbînî tê kirin ku ew ji aliyê sînatoyê ve neyê erêkirin, ji ber ku piraniya wê komarî ne û komarî jî li dijî vê pirojebiryarê ne.

Komariyan û serok Donald Trump, ku pakêt bê îmzeya wî nayê cîbicîkirin, got ev pirojebiryar ji zikmakî ve mirî ye.

Encûmena niwêneran bi piraniya 208 dengan li beramber 199 dengan erê kir. 14 niwênerên demokrat li dijî pirojebiryarê bûn û yekî komarî li gel wê bû.

Serokê piraniya komarî di sînatoyê de Mitch McConnell got ev pêşniyara demokratan qet ne rijdî ye û divê ji sînatoyê re neyê pêşkêşkirin.

Pakêta nû ya demokratan alîkariyên bê hempa vedihewîne ku digihe 3 trîlyon dolarên Amerîkî, wek alîkariya rasterast bo Amerîkiyan ku dê her malbatek dora 6 hezar dolar wergire û hezar milyar dolar ji wîlayetan û civakên xwecihî re, da ku karibin mûçeyên karmendên bingehîn li dibinstan û nexweşxaneyan dabîn bikin.

Seroka encûmena niwêneran Nancy Pelosi got:

“Vê pirojebiryarê erê bikin da ku piştgiriya pêwîst bigihe malbatan... Ev tiştekî girêdayî xelkê Amerîkî ye. Ev malbatên me ne, ew rastî astengiyan dibine û pêwîstî bi alîkariyan hene, û mejî alav û şiyan hene.”

XS
SM
MD
LG