Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Amerîkayê Pêketinên Nû Yên COVID-19 Digihêjin Asta Herî Bilind


Pêketinên nû yên nexweşîya COVID-19 li Amerîkayê gihiştine asta xwe ya herî bilind ku rojane di zik hev de 265,000 pêketinên nû tên tomar kirin.

Bilindbûna vê hejmarê bi piranî jiber cureya nû ya vîrûsa korona omicron e. Li gor Zanîngeha Johns Hopkins, pêketinên nû di du hefteyên dawî de duqat bûne.

Belavbûna bi lez ya cureya nû ya vîrûsê bûye sedem ku hemwelatîyên Amerîkî planên xwe jibo ahengên serê sala nû yan biguherin yan jî betal bikin. Di heman demê de, bi hezaran geştên esmanî jiber karmendên kompanîyên firînê bi COVID-19 nexweş dikevin, hatine betal kirin.

Dr. Anthony Fauci, pisporê herî bilind yê nexweşîyên vegir li Amerîkayê, do Çarşemê got ku pêwîst nake ku civatên biçûk li malan jibo kesên ku hatine vaksîn kirin, bên betal kirin.

Lê “eger planên ew bin ku hûn biçin ahengeke êvara Serê Salê ku 40 heta 50 kesî lê bin û her kes hevdu hembêz bike û maçî hev bike, ez pêşniyar dikim ku îsal ev yek nebe,” Fauci got.

Li gor hejmarên nû, rêjeya mirinên jiber COVID-19 jî di herdu hefteyên dawî de ji 1,200 rojane bûye 1,500.

Jêder: AP

XS
SM
MD
LG