Artêşa Amerîkî dibêje ku hêzên Amerîkayê digihêjin Nîjîryayê, çend hefteyan piştî ku serok Donald Trump fermana êrîşên asmanî li wir da ku tê de çend terorîstên Daişê hatin kuştin. Ew êrîş wekî bersiv bû hember armanckirin û kuştina Nîjîryayên Krîstîyan ji alîyê rêxistina terorîst ve.
Fermandarîya Afrîqa ya Amerîkayê (AFRICOM) ji Dengê Amerîka re piştrast kir ku şandina hêzên Amerîkayî “li ser daxwaza Nejîryayê hat û wekî beşek e ji peywendîya me ya dûvdirêj û hevparîya me ya berevanî.”
Berdevkekî AFRICOM got ku rola hêzên Amerîkayî dê di çarçoveya pêşkêşkirina rahênan, rawêjkarî û şiyanên teknîkî de be bo piştgirîya operasyonên dijî terorê yên bi serkêşîya Nîjîryayê.
AFRICOM diyar nekir ka hejmara hêzên Amerîkayî yên gihiştine Nejîryayê çend e. Berdevkê artêşa Nîjîryayê, General Samaila Uba di daxuyanîyekê de roja Duşemê got ku dora 100 kesayetîyên leşkerî yên Amerîkayî gihîştin firokxaneya Bauchi li bakur rojhilatê welêt.
“Ev gihîştin plankirî û bi mebest e piştî daxwazeke fermi ji alîyê Hikûmeta Federal ya Nîjîryayê ve bo hikûmeta Amerîkayê ku piştgirîya xwestekeke zelal diyarkirî ya rahênana leşkerî, piştgirîya teknîkî û parvekirina zanyayî ligel endamên Hêzên Çekdar yên Nîjîryayê,” Uba di dazuyanîyê de got.
Nîjîrya ku li Rojavayê Afrîqayê dikeve, rastî pêleke tundûtûjîya Daiş û el Qayîde hatiye. Di nav komên terorîst ku li deverê çalak in Boko Haram û Daişa li Rojavayê Afrîqayê cih digirin.