Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Hin Karmendên Xwe yên li Nîjerê ji Wî Welatî Derdixe


US North Korea
US North Korea

Wezareta Derve ya Amerîka ragihand ku wê ferman daye ku balyozxaneya li Nîjerê ku hin karmend û malbatên wan ji wî welatî derxe.

Li gor daxuyanîya wezaretê, balyozxaneya dê vekirî bimîne û karbidestên payabilind dê xebatên xwe yên li wir bidomînin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Matthwe Miller dîyar kir ku wan jiber bûyerên domdar yên li Nîjerê ferman daye ku hin karmendên balyozxaneyê ji wî welatî werin derxistin.

‘’Amerîka peywendîyên xwe yên bi gelê Nîjerê re didomîne û girêdayî demokrasîya wî welatî ye.’’

Miller got ku ew xebatên xwe yên dîplomatîk yên bi Nîjerê di asta herî bilind de dewam dikin.

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken do Çarşemê bi rêka telefonê bi serokê ketî yê Nîjerê Mohamed Bazoum re axifîbû.

Blinken gotibû ku ew dixwazin ku hikûmeta hilbijartî yê Nîjerê jinûve dest bi kar bike.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG