Berpirsên Amerîka û Korya Bakur xwe amade dikine ku axaftinên navokî li bajarê Stokholmê berdewam bikin.
Ew dê yekem guftûgoyên fermî bin ji dema erêkirina li dor dubaredestpêkirina wan ji aliyê serokên herdu welatan Donald Trump û Kim Jong Un ve di meha Hizêrana borî de, piştî têkçûna wan di meha Şubatê de li Vêtnamê.
Wezîrê derve yê Amerîka Mike Pompeo îro Şemiyê li Yûnanistanê got di wê hêviyê de ye ku pêşketin çê bibe û herdu alî jî bi hin bîroke bigihin Stokholmê.
Ne diyar e ku herdu aliyan jî helwesta xwe nerm kiriye, lê pêşketinên dawî renge bibin hokar ku ew amade bin karekî ji rêkeftinekê bikin.
Meha borî, Trump gotibû ku metodeka nû ji bo axaftinên navokî wê gelekî baş be.
Korya Bakur bi berdewamî dibêje ew ne amade ye bi awakî yekalî çekên xwe yên navokî ji dest bide.
Ew dibêje pêwîst e di heman demê de Amerîka cezayan rake û gerantiyên ewlekariyê dabîn bike.