Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Kombûna Dîrokî ya Trump û Kim


Mehmûd Ebbas û Izzedîn Temo

Gelek pêşbînî di derbarê kombûna Trump û Kim de dibin; çi li ser asta navnetewî û çi li ser a navxweyî ya Amerîka.

Di demekê de ku kombûn ji bo her du welatan cihekî girîng digire, hin rexnegir dibêjin ew ji bo Kim Jong Un berî Donald Trump serkeftin e.

Ew dibêjin rûniştina wî li ser heman maseyê li gel Trump, wî ji rewşa wî ya xerab li ser asta navnetewî derdixe û dike lîstikvanekî girîng li cîhanê.

Qezenca Amerîka di vê kombûnê de çi ye?

Trump çawa dikare bihêle Kim Jong Un bi awakî rijdî pêgir be bi jinavbirina programa Koreya Bakur a navokî?

Encamên vê kombûnê li ser asta cîhanî dê çawa bên wergerandin?

Bandora wê li ser herêma Rojhilata Navîn û bi taybetî Îranê çi ye?

Bernameya Hest û Hewest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê babetê:

Nivîskar Mehmûd Ebbas ku li wîlayeta Teksas dimîne û Izzedîn Temo, pêşmergeyê xanenişin ku li Almanya dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke

please wait

No media source currently available

0:00 0:26:00 0:00

XS
SM
MD
LG