Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kombûna Amerîka û Korya Bakur Hatiye Pilankirin Lê Hîn Berferehî ne Diyar in


Amerîka û Korya Bakur pêşbîne hefteya bê kombûneke di navbera serokên herdû welatan de li dar xin li dor programa navokî ya Pyongyangê.

Şandiyê taybet ê Amerîka Stephen Biegun û rawêjkarê ewlekariya niştimanî John Bolton pêşwext çûn ji bo amadekariyên kombûnê.

Çavlirê ye kombûn rojên 27 û 28 vê mehê cih bigre, lê agahiyên berfereh hîn nehatine ragihandin li dor jimara kombûnan û dema her kombûnekê.

Hanoy û hin bajarên din renge cihên kombûnan bin lê balyozxana Korya Bakur li Hanoy ye û çavlirê ye bêhtirî kombînan li wir bin.

Navnîşana fermî ya kombûnan ewe” jinavbirina çekên navokî li nîv-girava Korî”.

Biegun vê hefteyê li Vietnamê ye da li gel hevtayê xwe yê Korya Bakur Kim Hyok Chol kar bike li dor destnîşankirina kiryarên ku pêwîste Korya Bakur pê rabe û ka wê Waşinton li beramber wan kiryaran çi pêşkêşî Korya bike.

XS
SM
MD
LG