Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Bixêrhatina Biryara Korya Bakur a Hilweşandina Bingeheka Navokî Dike


Serokê Amerîka Donald Trump di Twîtekê de sipasiya Korya Bakur kir li dor pilana wê ya hilweşandina bingeheka têstên navokî û ew wek “nîşaneka zîrek û nirxdar” anî ziman.

Korya Bakur doh Şemiyê got ew dê cihê têstên navokî di nava kêmî du hefteyan de ji kar bixe, wek gaveka amadekarî bo kombûna serokê Korya Bakur Kim Jong Un li gel serokê Amerîka Donald Trump ku pêşbîne meha bê bibe.

Wezareta derve ya Korya Bakur di daxuyaniyekê de got hemî tunelên têstkirina navokî li bakurê rojhilata welêt dê bêne hilweşandin û bingehên çavdêrî û vekolînan û her wiha yekîneyên nobedariyê dê bêne jinavbirin.

Wezaretê got:

“Ahenga hilweşandina bingeha navokî dê bête lidarxistin di navbera 23 û 24ê vê mehê de û rojnamevanên Amerîka, Korya Başûr, Çîn, Rûsya û Birêtanya dê bêne vexwendin bo ahengê.”

XS
SM
MD
LG