Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şandeka Amerîka li Korya Bakur e ji bo Amadekariyên Kombûnê


Gurûpeka berpirsên Amerîka îro Yekşemê derbasî Korya Bakur bûn ji bo axaftinên li dor amadekariyên kombûna çavlirê ya di navbera serokê Amerîka Donald Trump û yê Korya Bakur Kim Jong Un de, li gor rojnameya Waşinton Post.

Rojnameyê ji ser zimanê kesekî ji hevrêziyan agahdar, ragihand ku balyozê berê yê Amerîka li Korya Başûr Sung Kim, ku niha li welatê Fîlîpîn e, hatibû daxwazkirin ku serkêşiya amadekariyan bike.

Serok Donald Trump derengî Şemiyê got amadekariyên kombûna roja 12ê meha bê li welatê Singafor, bi awakî durist birêve diçin û kar li ser berferehiyên wan dibe.

Trump got axaftin gelekî baş in.

Wî got:

“Ez bawerim xelk dixwaze bibîne ka em dikarin kombûnê bikin û tiştekî pêkbînin. Me ew yek pêkanî û em dikarin di jinavbirina navokî ya nîvgirava Korî de bi serkevin. Ew dê tiştekî mezin be ji bo Korya Bakur, dê tiştekî mezin be ji bo Korya Başûr, ji bo Japonê, ji bo cîhanê, ji bo Amerîka û ji bo Çînê. Gelek kes kar li ser vê yekê dikin û ew bi awakî baş birêve diçe.”

Serokê Korya Başûr Moon Jae-in got serkirdeyê Korya Bakur pêgire bi jinavbirina navokî.

XS
SM
MD
LG