Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Soza Duhem Hilcivînê Bi Kim re Dide


Kim Jong Un û Donal Trump
Kim Jong Un û Donal Trump

Serokê Koreya Başûr roja Duşemê bixwe peyamek gihand Serokê Amerîka Donald Trump, jêre got ku rêberê Koreya Bakur dixwaze carek din di nêzîktirîn dem de bi wî re bicive daku ser pirsa damalîna nîv-girava Koriya ji çeka navokî pêşde herin.

Moon Jae-in, ku heftîya borî li Pyongyangê bi Kim Jong Un re kom bû, ji Trump re got, “bêguman tenê tu ew kesî ku dikare vê giriftê çareser bike.”

Serokê Amerîka di bersîv de got ku di paşerojek ne gelek dûr de ewê “jibo cara duhem bi Kim Jong Un re bicive” û cihê dîdarê jî hêş zelal nebûye, lê wek xuya Sîngapore nabe, cihê ku ew li 12ê meha Hezîranê jibo cara yêkem bi rêberê Koreya Bakur re civîya.

Trump zêde kir ku, “Pêwendî gelek baş e; di rastî de bi hin rêkan, bê hempaye.”

Washington û Pyongyangê ti car pêwendîyên dîplomatîk ava nekirine, bi awayek taknîkî destûdarek cengê li ser wê niv-giravê bicî ye û nayê bawer kirin ku Koreya Bakur bi kiryar ti pêngavên ku soza wan dabû ber bi destberdan ji çekên xwe yên navokî hilandibe.

Zûtir di nav hemen rojê de, Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo ji peyamhinêran re got ku duhem hilcivîn a Trump-Kim, dê “gelek buha” hebe û ew piştrast e ku ew dîdar dê cêbe.

XS
SM
MD
LG