Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wergêreka Pentagonê Bi 23 Sal Zindan Tê Cezakirin


Wergêreka wezareta berevanîya Amerîka Pentagonê roja Çarşemê bi 23 sal zînda hate cezakirin li ser veguhestina navên hin Amerîkîyan li Îraqê bo kesekî girêdayî partîya Hizbullah a Libnanî.

Mariam Thompson ya 62 salî, lê mukur hat ku wê agahîyên hestdar gihandine kesekî Libnanî, bi hêvîya ku ew jî wan bigihîne grûpa Hizbullah ya ku li Waşintonê di lîsta terorê de ye.

John Demers, serokê beşê ewlekarîya niştimanî ya wezareta dadwerîyê, di daxuyanîyekê de got:

“cezayê Thompson rijdbûna binpêkirina wê ya bawerîya xelkê Amerîka û çavkanîyên mirovî yên ku wê xistî metirsîyê û hêzên ku li gel wê wek dost û hevkar kar kir, werdigerîne.”

Li gor belgeyên dadgehê, Thompson wek wergêr di bingeheke leşkerî ya biyanî de kar dikir, dema wê di sala 2017an de, dest bi pêwendîyeke vîdyoyî kir li gel mêrekî ku got wî pêwendî bi Hizbullah ya Libnanî re hene.

XS
SM
MD
LG