Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka jiber Gurbûna Girjîyê Hin Leşkerên Din Dişîne Rojhilata Navîn


Pentagonê îro Duşemê ragihand ku Amerîka jiber gurbûna girjîya Îsraîl û Hizbulaha Lubnanê hin leşkerên nû dişîne Rojhilata Navîn, lê hejmara wan leşkeran eşkere nekir.

Yek ji berdevkên Pentagonê Patrick Ryder ji rojnamevanan re got ku ew jibo tedbîran hejmareke biçûk ya leşkeran li leşkerên xwe yên li herêmê zêde dikin.

Îsraîl ku bi qasî salekê ye dijî Hamasê şer dike bala xwe dide ser sînorê bakur ku Hizbulah ya hevbenda koma Filîstînî ji wir roketan diavêje Îsraîlê.

Artêşa Îsraîlê îro Duşemê li başûrê Lubnanê, li rojhilata Gelîyê Beka û li herêma nêzî Sûrîyê êrîşên berfireh birin ser Hizbulahê.

Jêderekî ewlekarîyê ji ajansa nûçeyan ya Reutersê re got ku Îsraîlê li başûrê paytexta Lubnanê rêberê payabilind yê enîya rojhilat ya Hizbulahê Alî Karakî hedef girtiye.

Rêvebirîya Serokê Amerîka Joe Biden hewil dide pevçûnan li Gaza sînordar bike û banga alîyan dike ku krîza sînor ya Îsraîl û Lubnanê bi rêka dîplomasîyê çareser bikin.

Wezîrê Berevanî yê Amerîka Lloyd Austin jî dema bi hevtayê xwe yê Îsraîlê re axifî bal kişand ser bangên dîplomasîyê.

Austin dîyar kir ku divê ti aktorekî ji derve li pevçûnan mudaxale neke.

Pentagonê ragihand ku Austin bi awayekî eşkere gotiye ku Amerîka jibo parasitina hêz û personelên xwe berevanîya pozîsyona xwe dike û bi biryar e ku aktorên herêmî ji îstismarkirina rewşê û befirehkirina pevçûnan vegerîne.

Ryder êrîşên dronî û muşekî yên Îranê, ku 14’ê Nîsanê çêbûbûn, bi bîr xist û got ku kanînên Amerîka yên li herêmê ji wê demê baştir in.

Êrîşên 14’ê Nîsanê êrîşên pêşî yên rastexwe bûn ku Îranê biribûn ser Îsraîlê.

Pispor bi pirs û bersîvan dibêjin bi êrîşên giran yên ser Hizbulah ya Lubnanê ewê Îran li kêlekê bisekine yan ne û dîyar dikin ku ger şerekî herêmî çêbe, leşkerên Amerîkî dikarin li tevahîya Rojhilata Navîn bibin hedefên êrîşan.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG