Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Bikaranîna Awarte ya Vaksîna COVID-19 Erê Dike


Amerîka roja Înê rê da bikaranîn awarte ya vaksîna kompanîya Pfizer a dijî COVID-19, û di nava çend rojan de wê danê yekem ê derzîyan amade be û bibe xaleke veguhêz li welatekî ku vîrusê bêhtirî 295,000 kes kuştîye, li gor zanîngeha Johns Hopkins.

Rêveberîya Amerîkî ya Xwarin û Dermanan (FDA) bi awayekî fermî bikaranîna vaksîna kompanîya Pfizer û hevkara wê ya Almanî BioNTech erê kir, ku di qonaxên dawî yên têstkirinan de, diyar kir ew bi rêjeya 95% çalak e li dijî nehîştina nexweşîyê.

Ew dibêje ku kesên 16 salî û mezintir dikarin vaksînê wergirin.

Pêşbîn e, vê mehê dora 2.9 milyona derzî werin dabînkirin û di destpêkê de karmendên tenduristîyê û kesên xwedî temen wan wergirin.

Rêvebirê cîbicîkar ê kompanîya BioNTech Ugur Şahîn got,” wê vaksîn jiyana xelkê li seranserî Amerîka biparêze û renge vegera bo jiyana normal zûtir bike.”

Berpirsên saxlemîya Amerîka, xizmetên veguhestinê, nexweşxane û dermanxane li seranserî welêt, xwe amade dikine ji bo helmeta dayîna derzîyan.

Pfizer got ewê yekser dest bi belavkirinê bike û sîstemên saxlemîyê li wîlayetan plan dikine ku roja Duşemê dest bi dayîna derzîyên vaksînê bikin.

XS
SM
MD
LG