Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komariyên Montana Axaftina Parlemantereka Hevregezxwaz Qedexe Dikin


Parlemantereke Demokrat ya regezxwaz li wîlayeta Montana ji axaftinê hat qedexekirin piştî ku ji Komariyan re got heke ew çavdêrî û pîştevanîyan ji regezguhêran re li wîlayeta muhafizekar qedexe bikin. dê "xwîn li ser destên wan bêt rijandin "

Ji Zooey Zephyr re hat gotin, destûr jêrê nahêt dan ku ew biaxave heta ku ew daxwaza lêborînê jiber wê gotinê bike, di pevçûna herî dawî de li ser pirsgirêka germa mafên regezguhêran de li Amerîka ya ku bi kûrî hatîye dabeşkirin.

Zephyr, nûnera yekem ya regerguhêran ya Amerîka, roja Sêşemê ji hevkarên xwe re got."Heke hûn dengê erê li ser vê pêşnûmeqanûnê û erê li ser van guhertinan bidin, ez hêvî ji xwedê dikim ku cara bê, gava ku hûn serê xwe bo nivêjê biçemînin, hûn xwînê bi destên xwe bibînin,"

Parlemanterên Komarî beramber vê gotinê nerazîbûn nîşan dan.

Komxebata Freedom House Caucus nivîsî: "Komîteya me banga şermezarkirina tavilê ya nûnera regezguhêr Zooey Zephyr dike, piştî şîroveyên wê yên gef û xembar ên îro berî kombûnê kirin."

Serokê Komarî yê Encumena Nûneran Matt Regier roja Pêncşemê red kir ku di gotûbêjan de bang li Zephyr bike û got ku heta ku ew daxwaza lêborînê neket destûr jêre nahêt dan ku biaxive.

Dengdanek bi dirêjiya rêzên partiyê roja Îniyê ev gav pesend kir. Komarparî, bi 68 ji 100 kursiyan, di encûmenê de serdest in.

Pirojeyasa ku di dawiyê de hate pejirandin, li wîlayetê hat qedexekirin ku zarokên regezguhêr astengkerên balixbûnê bistînin, an jî neştergerî bibin.

Piştevan dibêjin ku eve çareserîyên karîgerin ji bo kesên ku dysphoria heye ku rewşa klînîkî ye dema ku nasnameya regezî ya kesek ne wekî zayenda biyolojîkî ya wî bît.

Alîgir dibêjin zarok û ciwanên ku van çareserîyan red dikin, di metirsîya xwebirîndarkirin an xwekuştinê de ne.

Dijber dibêjin ku zarok ne amade ne biryarên bi vî rengî yên jiyanê bidin.

Çavkanî: AFP

XS
SM
MD
LG