Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şaredarekî Amerîkî ji Trump re Dibêje, “Hêzên Xwe ji Bajarê min Derxe”


Şaredarê bajarê Portland ê wîlayeta Oregon Ted Wheeler ji serokê Amerîka Donald Trump daxwaz kir ku hêzên leşkerî yên fedralî ji bajarê wî Portland derxe.

Wheeler di konferanseke rojnamevanî de ji Trump re got:

“Hêzên xwe di avahiyên xwe de bihêle, yan wan ji bajarê min derxe.”

Hakima Demokrat Kate Brown got Trump li benda rûbirûbûnekê ye, bi hêviya qezenckirina xalên siyasî li hin cihên din.

Peyvdarê Brown, Charles Boyle roja Înê got girtina xelkê bê sedemeke guncaw” xemeke mezin e û binpêkirina azadiyên sivîl û mafên destûrî ye.”

Dadwera giştî ya wîlayeta Oregon Ellen Rosenblum got ew dê li dadgeha fedralî dozekê dijî weratera Ewlekariya Niştimanî, Xizmeta Marshals, û Xizmetên parsatina sînor û parastina fedralî veke, bi îdîaya ku wan mafên sivîl ên rûniştvanên Oregon binpê kirine, bi riya girtina wan bê sedemên guncaw.

Berpirsên wîlayeta Oregonê li dijî hebûna hêzên fedralî ne, wek bersivdana xwepêşandanên dijî kiryarên hov ên polîs.

Efserên fedralî ta niha herî kêm 13 kes bi gunehkariyên girêdayî xwepêşandanan tawanbar kirine, li gor dezgeha radyoya giştî ya Oregon.

XS
SM
MD
LG