Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Demokrat ji Komariyan Dixwazin ku Dûrxistina Trump a ji Desthilatê Hembêz Bikin


Serokê komîta agahdariyan a encûmena niwênerên Amerîka îro di hevdîtinekê de şîrove kirk u çima pêwîst e komarî jî dûrxistina serok Donald Trump ji desthilatê himbêz bikin.

Pêşbîne ku Trump bibe serokê Amerîka yê sêyem ku rastî vê proseya yasyî dibe li Amerîka.

Niwênerê Demokrat Adam Schiff li ser ABC huşdarî da ku Trump metirsiyê dide ser demokrasiyê.

Schiff û serokê komîta dadwerî Jerrold Nadler ku di heman bernameyê de axivîn, got niwêneran erkeka xwe ya destûrî heye ku divê Trump berpirs bibînin li dor hewildanên erkdarkirina Orkanya di vekolînên gendeliyê de li dijî rikberê serok û kandîdê Demokrat ê serokatiya Amerîka Joe Biden.

Axaftinên wan tên di demekê de ku encûmena niwêneran a ku Demokrat kontrol dikin, wê vê hefteyê dengdanê li dor dûrxistina Trump ji desthilatê bike.

XS
SM
MD
LG