Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Çar Wîlayetên Amerîkî Nêzîkî 3,300 Girtî bi Koronayê Ketine


Di demekê de ku têstkirinên mezin li zîndanên Amerîka dibin, hejmareka bilind a girtiyan ti nîşanên vîrusê li wan diyar nabin.

Li sîstemên zîndanên Arkansas, Carolina Bakur, Ohio û Virginia 96% ji 3,277 girtiyên ku têstên wan erênî bûn, ti nîşan li wan diyar nebûn, li gor berpirsan û tomarên ajansa Reutersê. Ev hejmar ji 4,693 têstan in.

Ev hejmarên dawî diyar dikin ku kesên bi nexweşiyê ketine lê nîşan li wan diyar nabin, renge ew vîrusê belav dikine. Ne tenê li zîndanên Amerîka yên ku 1.3 milyon girtî vedihewînin, lê belê li civakên seranserî cîhanê jî.

Hin kesên ku di têstkirinê de ti nîşanên vîrusê diyar nekirin, dibe ku ew nîşan piştre li wan diyar bibin, li gor lêkolîneran.

Hejmara girtiyan li zîndanên Amerîka ji her welatekî din bêhtir e, ku derdora nîvê wan di zîndanên wîlayetan de ne û hejmarek di zîndanên fedralî û her wiha di girtîgehên xwecihî de ne û li benda dadgehkirinan in.

Sîstemên zîndanên wîlayetên Michigan, Tennessee û Calîfornia jî dest bi têstkirinên berfereh kirine, her çendî girtiyan nîşanên vîrusê nebin jî.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG