Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Bang li Welatan Dike ku Çekdarên DAIŞ ji Bakur û Rojhilatê Sûrîyê Vegerînin


Dîmeneke zindana girtîyên DAIŞ li bajarê Hesekê, Sûrîyê. (arşîv)
Dîmeneke zindana girtîyên DAIŞ li bajarê Hesekê, Sûrîyê. (arşîv)

Amerîka careke din bang li welatan dike ku welatîyên xwe yên li kamp û zindanên bakur û rojhilatê Sûrîyê girtî ne ji wir derxînin.

Ji dema têkbirina leşkerî ya rêxistina DAIŞ di sala 2019’an de, bi hezaran çekdarên biyanî û malbatên wan li çend kamp û zindanên jêr kontrola Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) dimînin.

Li vê dema ku gelek welatan jin û zarokên girêdayî DAIŞ ji bakur û rojhilatê Sûrîyê derxistine, karbidestên Amerîkî daxwazê ji wan dike ku dora 10 hezar çekdarên DAIŞ yên di girtîgehên HSDê de ne derxîne.

“Ev cihê herî mezin li cîhanê ye ku hejmareke wisa ya terorîstan lê girtî ne,” Ian Moss, cîgirê kordînatorê dijî terorê li Wezareta Derve ya Amerîka, dîyar kir.

Wî got ku DAIŞ bi berdewamî li derfetên nû digere da ku refên xwe mezin bike, bi rîya azadkirina wan çekdarên girtî.

Ian Moss
Ian Moss

“Eger ew ji wir birevin, dê bibin metisîyeke mezin ne tenê jibo bakur û rojhilatê Sûrîyê, lê belê jibo hemû herêmê û jibo welatên me jî,” Moss roja Çarşemê di semînereke Enstituya Washington ya Siyaseta Rojhilata Navîn, ev yek got.

“Baştirîn rê jibo rêgirtina li ber vê yekê ew e ku ev kes werin vegerandin bo welatên xwe da ku êdî careke din têkevin nav civakê, yan jî werin darizandin,” wî got.

Bêtîr 50 hezar kes, ku piranîya wan jin û zarok in, ji dora 54 welatan niha li herdu kampên Hol û Roj li bakur û rojhilatê Sûrîyê ne. Ew 10 hezar çekdarên DAIŞ jî li hejmareke zindan li seranserê herêmên bakur û rojhilatê Sûrîyê yên jêr kontrola HSD’ê girtî ne.

Karbidestên Kurd li Sûrîyê dibêjin ew nikarin bi tena serê xwe berpirsîya danûstandina bi van girtîyên DAIŞ’ê re bikin û divê welatên din jî gavan bavêjin da ku welatîyên xwe ji wir derxînin. Karbidestên Kurd herwiha banga damezrandina dadgeheke navnetewî li bakur û rojhilatê Sûrîyê dikin da ku çekdarên DAIŞ yên tawan kirine li wir werin dadgehkirin.

Hêzên Taybet yên Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD).
Hêzên Taybet yên Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD).

Dengê Amerîka ji Moss pirsî ka gelo hikûmeta Amerîka dê piştgirîya avakirina dadgeheke taybet li bakur û rojhilatê Sûrîyê bike. Wî got Amerîka bawer dike jibo girtîyên biyanî welatên wan baştir cih e ku li gor sîstema dadwerîyê li wier werin dadgehkirin.

“Em herwiha li hemû bijareyên din jî dinêrin, di nav de darizandina pêkan ya wan kesan li bakur û rojhilatê Sûrîyê. Lê dîsa jî, dezgehên ku herî zêde dikarin bi awayekî karîger darizandina wan dozan bikin li cihên din hene,” karbidestê Amerîkî got.

Li gor karbidestên Amerîkayê, bêtirî 3 hezar kes, bi piranî jin û zarok, di sala dawî de jî Sûrîyê hatine derxistin. Ev kes ji Albanya, Barbados, Kanada, Fransa, Îraq, Kosovo, Qirqizistan, Holanda, Norwêc, Sûdan, Spanya û Slovakya ne.

Di sala 2023'an de jî heta niha bi kêmî 1,300 kes ji bakur û rojhilatê Sûrîyê hatine vegerandin bo welatên wan.

Moss herwiha got ku Amerîka çaverê dike ku îsal bi kêmî 25 welat bi kêmî yek operasyona vegerandinê li bakur û rojhilatê Sûrîyê pêk bîne.

Dîmeneke ji kampa Holê.
Dîmeneke ji kampa Holê.

Tevî van hewildanan jî, pispor dibêjin ku piranîya welatan jiber sedemên siyaseta navxweyî û ewlekarî dudil in ku welatîyên xwe ji Sûrîyê vegerînin.

“Lê di baştirîn senaryo de jî, ev proses gelekî demê dixwe, jiber ku vekolîn derbarê van kesan tê kirin û divê malbatên wan jî werin dîtin heta qebûl bikin bibin garantorên wan,” Calvin Wilder, şîrovekarê Enstituya New Lines ya lêkolînan li Washington, got.

Wilder da zanîn ku divê bêtir baldan were dayîn bo baştirkirina mercên jiyanê li nav kampa Holê, cihê ku hejmareke berçav ji bûyerên ewlekarîyê lê qewimîne û bûne sedema kuştina gelek sivîlan.

“Vegerandina welatîyan erkekî zehmet e ligel hebûna gelek alîyên cuda, lê bilindkirina standardên jiyanê li nav kampê gelekî hêsantir e ku Amerîka dikare bi tena xwe bike,” Wilder ji Dengê Amerîka re got.

Lê karbidestê Wezareta Derve Moss dîyar kir ku leşkerîya Amerîka, bi hevparî ligel HSD’ê, çend operasyonên ewlekarî li dijî şaneyên berguman yên DAIŞ’ê li nav kampê pêk anîne, “jibo kêmkirina wan gefeyên di nav kampê de, peydakirina cihekî jibo xelkê, û herwiha jibo rê were dayîn ku alîkarîya mirovahî pêşkêş bibe.”

Vegerandina Welatîyên Amerîkî

Lê vê dema ku ne zelal çend welatîyên Amerîkî li bakur û rojhilatê Sûrîyê girtî ne, Moss got ku 39 kes ji wan hatine vegerandin bo Amerîkayê.

“Ev yek bê guman armanca min û tîma min û hevkarên li seranserê Wezareta Derve ye,” wî eşkere kir.

“Em hertiştê ku dikarin bikin dikin jibo xelkê vegerîn welêt, çi jin û zarok bin, yan jî kesên din ku li wir girtî ne, ewên ku wekî çekdarên terorîst yên biyanî tên naskirin. Em bi hevkarên xwe yên dezgehên din yên Amerîkî re kar dikin, li dema ku ew dozan amade dikin jibo darizandina kesên tawanbar,” Moss got.

El Shafee Elsheikh.
El Shafee Elsheikh.

Amerîka hejmareke endamên DAIŞ’ê dadgeh kiriye, lê doza darizadinê ya herî navdar ya El Shafee Elsheikh bû, ew welatîyê berê ya Brîtanî ku ligel şaneyeke DAIŞ bi navê “Beatles” di dîlkirina û kuştina çar welatîyên Amerîkî yên çend kesên Brîtanî û Japonî li Sûrîyê de berpirs bûn. Welatîyên Amerîkî ev bûn: James Foley, Kayla Mueller, Steven Sotloff û Peter Kassig. Di Tebaxa 2022’an de Cezayê zindana hetahetayî li Elsheikh hate birîn.

XS
SM
MD
LG