Generalekî Amerîkî îro Şemîyê got ku Amerîka piraniya 57,000 kesên ku ji Afghanistanê biribûn Qeterê, ji wir derxistin û niha tenê kêmtirî 1,400 kes hîn li bingeha leşkerî ya Amerîkayê ne.
Amerîka meha borî dora 124,000 kes ji Kabulê derxistin, wek beşek ji erkekeka mezin ya derxistina welatîyên Amerîkî, Afghaniyan û hin kesên ji welatên din yên hevbendên Amerîkayê.
General Gerald Donohue ji peyamnêran re got ku hin ji wan kesên ji Qeterê derketinî niha li Amerîkayê ne û hin jî li Ewrupayê ne û kar li ser belgeyên wan dibe.
Gelek ji wan 1,400 kesên li bingeha Al Udeid, biryar e îro Şemiyê ji wir derkevin, lê grûpeke biçûk ku hin kêşeyên wan yên tenduristî hene, dê bimînin heta ku rewşa wan baş dibe.
Generalê Amerîkî got 9 zarok li bingehê hatin jiyanê di dema operasyona derxistina xelkê de.
Jêder: Reuters