5 Amerîkîyên li Îranê girtîyê bi peymana pêguherînê, ku bingeha wê meha borî hatibû argihandin, îro Duşemê hatin berdan.
Rêvebirîya Amerîka ragihand ku 5 Amerîkî û 2 nasên wan yên derbazî Doha ya paytexta Qatarê bûne dê di dema herî nêz de derbazî Washingtonê bibin.
Serokê Amerîka Joe Biden ser pêguherînê bi daxuyanîyeke nivîskî dîyar kir ku 5 Amerîkîyên bê tawan dawîya dawî vedigerin malên xwe.
Biden ser pêguherînê spasîya Qatar, Uman, Swîsre, Koreya Başûr û hevbendên din yên alîkar kir.
Wî bi taybetî spasîya Emîrê Qatarê Şêx Tamîm bîn Hemed û Siltanê Umanê Heysem bîn Tariq kir û got ku her duyan bî dîplomasîyeke dijwar rêkên pêguherînê vekirine.
Karbidestên Washingtonê dîyar dikin ku danûstandina pêguherînê pirtir ji salekê ajotiye.
Bi peymana pêguherînê, 5 girtîyên Îranê serbest dimînin û toleyên ser 6 mîlyar dolarên Tehranê yên li Koreya Başûr têne rakirin.
Komarî dibêjin ku Îran li Rojhilata Navîn gefên xwe yên dijî leşkerên Amerîkî û hevbendên wan zêde dikin û îdia dikin ku rakirina toleyan wê aborîya Tehranê xurt bike.
Rêvebirîya Bidenê jî li hember rexneyên Komarîyan jî dibêje ku ku ew pere dikare bi tenê jibo xwarin, derman, amûrên çandinîyê were karanîn.
Jêder: VOA, Reuters