Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Encûmena Nûneran Ya Amerîka Pakêta 1.9 Trilyon Dolar Erê Dike


Encûmena Nûneran ya Amerîka pakêta alîkarîyê ya serok Joe Biden erê kir ku bi nirxa 1.9 trilyon dolar e û dê alîkarîyê ji bo karan, hikûmetên xwecihî û bi milyonan Amerîkî yên ku ketine bin bandora vîrusa koronayê, dabîn bike.

Yasedaneran bi 219 li beramber 212 dengan projebiryara alîkarîyê erê kir. Erêkirina pakêtê, Biden dide ser rêya yekem ya serkeftina zagonî ya mezin ji dema wergirtina posta serokayetîyê ve, di 20ê meha Çile de.

Pakêt niha diçe sînatoyê ku bi nîve-nîv di navbera Demokrat û Komarîyan de dabeş e, lê cîgira serok ya Demokrat Kamala Harris dikare dengê xwe bide eger dengdan 50î li beramber 50î be, û di vê rewşê de dê dengên Demokratan bibin 51 û pakêt erê dibe.

Argumenta Demokratan ew e ku ev pakêt pêwîst e ji bo vejandina abûrîyê û şerê COVID-19 ya ku ta niha 510,000 Amerîkî kuştine. Komarîyên ku bi berferhî piştgirîya pakêta berê kiribûn, dibêjin xerckirina 1.9 trilyon dolarên din wê gelekî giran be.

Ev pakêt, xerckirinên vaksîna koronayê û pêdiviyên din ên tenduristî vedihewîne û her wiha 1,400 dolar dabîn dike ji bo her Amerîkîyekî/a ku salê kêmtirî 75,000 dolar werdigre.

Ew her wiha alîkarîyê ji bo hikûmetên wîlayetan û pîşesazîyên ku ketinî bin bandora koronayê, wek xwaringeh û hêlên esmanî, pêşkêşî dike.

XS
SM
MD
LG