Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio di hevpeyvîneke taybet de bi Sean Hannity re li ser Fox Newsê axivî li dor hewldanên neçarkirina Çînê ku rûbirûyî Komara Îslamî ya Îranê bibe, ji ber kiryarên wê yên li Kendavê.
Rubio di hevpeyvîna ku li ser balafira Air Force One li ser rêya Çînê pêk hat de got: "Keştîyên Çînî li Kendavê asê mane... Di dawîya hefteyê de êrîşî keştîyeke barhilgir a Çînî hat kirin. Ez bawer im ku Îranê bi zanebûn ev nekiriye, lê ev yek qewimî. Ji ber vê yekê ev keştîyên Çînî li wir asê mane."
"Ev çavkanîyeke sereke ya bêaramîyê ye û ji her herêmeke din a cîhanê bêtir, gefek e li ser aramîya Asyayê ji ber ku herêm ji her deverê din bêtir bi Tengava Hormuzê ve girêdayî enerjîyê ye," wî got.
Rubio her wiha anî ziman ku "Di berjewendîya Çînê de ye ku ev pirsgirêk çareser bibe. Em hêvî dikin ku Çînê razî bikin ku roleke çalaktir bilîze da ku Îran dev ji kiryarên xwe yên heyî yên li Kendavê berde."