Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Ryabkov îro Înê ragihand ku Rûsya û Amerîka wê gotûbêjên ser pêguhertina girtîyan bidomînin.
Ajansa nûçeyan ya RIA Novosti ji zarê Ryabkov ragihand ku ew gotûbêj wê rasterast, bêyî navbeynkaran pêk werin.
Amerîka do Pêncşemê, di berdêla lîstikvana basketbolê ya Amerîkî Brittney Griner, ku li Rûsya girtî bû, firoşkarê çekan yê Rûsî Viktor Bout berdabû.
Serokê Amerîka Joe Biden gotibû ku Washington pêgir e ku leşkerê berê yê Amerîkî, Paul Whelan jî vegerîna male, ku ew jî li Rûsya girtî ye.