Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Plan Dike Du Qunsulxaneyên Xwe yên li Rûsya Mayî Bigre


Rêveberîya Donald Trump kongrês agahdar kir ku ew dixwaze herdu qunsulxaneyên Amerîka yên li Rûsî mayî bigre.

Wezareta derve hefteya borî ji qanûndaneran re got ku ewê bi temamî qunsulxaneya Amerîka ya li bajarê Vladivostok yê rojhilatê Rûsya bigre û bi awayekî demkî kar li qunsulxaneya Yekaterinburg ya herêma Ural ya çiyayî rawestîne.

Rêveberîyê roja 10 vê mehê kongrês agahdar kiribû lê wê demê gelekî bal nehat kişandin ser mijarê. Piştî sê rojan, dezgehên medya yên Amerîka ronî da ser êrîşkirineka berguman a Rûsya ya Internêtê li dijî sîstemên taybet û hikûmî yên kompiyûterên Amerîka, ku metirsîyên mezin ên ewlekarîya internêtê bilind kirin.

Nameya wezareta derve bo kongrêsê, ku deqek jê gihîştibû ajansa Associated Press, dibêje sedema girtina qunsulxaneyan ew e bendên ku desthilatdarên Rûsî di sala 2017an de li ser hejmarek dîplomatên Amerîkî yên ku li Rûsya kar dikirin, danîbûn.

Piştî van girtinan, wê tenê balyozxaneya Amerîka li Moskoya paytexta Rûsya bimîne wek bingeha dîplomatîk a Amerîka li Rûsya.

Rûsya di sala 2018an de, qunsulxaneya Amerîka li San Petersburg girt, piştî ku Amerîka qunsulxaneya Rûsya li Seattle girt wek tolvedan li dor jehirkirina sîxurekî berê yê Rûsî li Brîtanya.

XS
SM
MD
LG