Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka li dor Bikaranîna Çekên Kîmawî li Sûriyê Rexneyan li Rûsya Dike


Amerîka bang li Rûsya kir ku piştgiriya xwe ya ne durist bo hikûmeta Sûriyê rawestîne û “kar li gel civaka navnetewî bike ji bo nehîştina êrîşên çekên kîmawî li Sûriyê.”

Peyvdara wezareta derve Heather Nauert di daxuyaniyekê de got Amerîka ji nêzîk ve raportên bikaranîna çeken kîmawî dişopîne li dor armanckirina nexweşxaneya bajarê Dûma li nêzkî Dîmeşqa paytexa Sûriyê.

Daxuyaniyê got:

“Rûsya bi piştgiriya xwe ya tund bo rêjîma Sûriyê, di dawiyê de berpirsiyariya van êrîşên hovane hildigre, ku sivîlan dikin armanc û bi çekên kîmawî xelkê herî hejar ê Sûriyê dikujin.”

Serhildêrên Sûrî idîaa dikin ku rêjîma Esed gazên kîmawî doh Şemiyê li Dûma bikar anîn, lê rêjîm van idîaan red dike.

XS
SM
MD
LG