Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Amadebûna Amerîka, Gotûbêjên Rûsya û Ukraynayê li Cinêvê Destpê Dikin

Danûstandinên Rûsya û Ukraynayê bi navbeynkarîya Amerîkayê di 17ê Sibatê de li Cinêvê ya Swîsreyê.
Danûstandinên Rûsya û Ukraynayê bi navbeynkarîya Amerîkayê di 17ê Sibatê de li Cinêvê ya Swîsreyê.

Gereke din ya gotûbêjên bi navbeynkarîya Amerîkayê di navbera Rûsya û Ukraynayê de îro Sêşemê li Cinêvê destpê kir, piştî du gerên vê dawîyê li Ebû Dabî.


Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Duşemê berî destpêka gotûbêjan bang li Ukraynayê kir ku bilez ber bi rêkeftinekê ligel Rûsyayê ve tevbigere.


Trump ji rojnamevanan re got: “Me gotûbêjên mezin hene. Ewê gelekî hêsan be. Baştir e ku Ukrayna zû were ser maseyê. Ez tenê vê ji we re dibêjim.”


Şanda Ukraynayê bi serkêşîya Sekreterê Civata Ewlekarîya Niştimanî û Berevanîyê Rustem Umerov, got ku pirsgirêkên ewlekarî û mirovahî di nav ajendeya gotûbêjan de cih digirin.


“Spas bo alîyê Amerîkayî bo karê berdewam di prosesa danûstandinê de,” Umerov di posteke Facebook de got.


Berdevkê Kremlinê Dmitry Peskov got ku nayê çaverêkirin ti ragihandin roja Sêşemê were kirin. Wî got ku gotûbêj dê Çarşemê jî berdewam bikin.


Civînên ku li paş derîyên girtî birêve diçin di demekê de destpê dikin ku şer û pevçûn berdewam dikin. Karbidestên Ukraynayî dibêjin ku 396 êrîşên bi dronan û 29 êrîşên bi muşekan bûne sedema wêranbûna binesazîya enerjîyê. Di encamê de bi milyonan welatî bi elektrîk mane. Rûsya jî dibêje ku 151 dronên Ukraynayî li herêma Permê dane û li herêma Krasnodar jî agirek bi parzûna Ilsky ya neftê ketiye.


Ji bilî nûnerên Rûsya û Ukraynayê, şandeke Amerîkayî jî beşdarî gotûbêjan dibin. Berî danûstandinên Jinêvayê, Wezîrê Dervey ê Amerîkayê Marco Rubio ligel Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy li qiraxa Konferansa Ewlekarîyê ya Munichê kom bû.

XS
SM
MD
LG