Lînkên eksesibilîtî

Rûsya Girtina Nivîsîngeheka wê ya li Waşintonê Şermezar Dike


Wezareta derve ya Rûsya daxwaza mezinê dîplomatên Amerîka li Mosko kir, ji bo şermezarkirina pilana vekolîna li dor nivîsîngeka erka baziganiyê ku vê dawiyê hatibû girtin li Waşintonê, li gor idî’ayên wezaretê.

Daxuyaniya wezaretê ya îro şemiyê got Amerîa gefa “şikandina dergehê nivîsîngehê. “ da, lê negot kê ev gef da ye.

Nivîsîngeh yek ji sê bingehên Rûsî ye li Amerîka ku vê hefteyê hatin girtin; herduyên din ew qunsilxaneya San Fransîsko û nîvîsîngeha bazirganiyê ya New Yorkê ne.

Peyvdara wezaretê Mariya Zaxarova, do Înê got dê vekolîn li qusilxaneyê bibin, lê wezareta derve ya Amerîka ta niha çi şîrove nekirin e.

Wezareta derve ya Rûya dibêje wê şermezariyeke nivîskî radestî cîgirê serokê erka Amerîka Anthony Godfrey kir û ev gav wek “kiryareke dijminahî ya bê hempa” bi nav kir.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG