Balyozê Amerîka yê li Rûsya dê li girtîgehê serdana deryavanê Amerîkî Paul Whelan, ku jiber sîxurîyê hatiye girtin, bike.
Whelan sala 2018’an li Rûsya hatibû girtin û sala 2020’an jiber tawana sîxurîyê 16 sal cezayê girtîgehê xwar.
Hem Whelan hem hikûmeta Amerîkî îdiayên Rûsya yên ser sîxurîyê red dikin.
Balyozxaneya Amerîka ya li Rûsya ji Telegramê ragihand ku Balyoz Lynne Tracy jibo serdana Whelan yê ku bi awayekî ne qanûnî hatiye girtin çûye girtîgeha li herêma Mordovia.
‘’Rewşa hemwelatîyên Amerîka yên li Rûsya hatine girtin, mijara serekî ya hikûmeta Amerîkî ye ku em jibo Paul demûdest were berdan banga xwe dubare dikin.’’
Wê balyozxaneya eşkere nekir ku Tracy dê kînga serdana Whelanê bike.
Tracy, di mehên dawî de 3 caran serdana rojnamevanê Wall Street Journalê Evan Gershkovich, ku ew jî li Rûsya bi tawana sîxurîyê hatiye girtin, kir.
Rêvebirîya Amerîka dîyar dike ku her du hemwelatî jî bi awayekî neheq hatine girtin.
Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken meha borî bi rêka telefonê bi Whelan re axifî.
Karbidestên Amerîkî dibêjin jibi Whelen vegere mala xwe ew çi ji dest wan tê dikin.
Jêder: Reuters