Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Toleyan Datîne Ser Çend Bazirganên Nefta Îranî


Hikûmeta Amerîka roja Pêncşemê toleyên nû danî ser çend kompanîyên ku alîkarîya bazirganîya neft û berhemên petrokîmyayî yên Îranî dikin.

Wezareta Xezîneya Amerîka daxuyanîyek derxist, tê de hişyarî da ku ewê bêtir gavan bavêje da ku astengîyên xwe yên aborî dijî Komara Îslamî bicîh bîne.

“Amerîka pêgir e ku bi tundî rê li ber firotina neqanûnî ya neft û petrokîmyayîyên Îranê bigire,” Brian Nelson, alîkarê wezîrê xezîneya Amerîka yê karûbarên terorîzm û zanyarîyên darayî, got.

Ev kiryarên wezareta xezîneya Amerîkî çend “bazirganên Îranî û kompanîyên sexte li Îmarat, Hong Kong û Hindistanê dikin armanc. Van alîyan alîkarîya veguhestina darayî û şandina berhemên petrol û petrokîmyaî yên Îranî kiriye,” daxuyanîyê dîyar kir.

Wezareta Derve ya Amerîka jî du kompanî li Çînê bi navên Zhonggu Storage û Transportation Co. Ltd. kiriye armanc, jiber rola wan di bazirganîya petrokîmyayên Îranê de heye, li gor daxuyanîyê.

XS
SM
MD
LG