Xwendekarek berê yê qonaxa lîsê ku bi egera giriftên disîplînê ji xwendingehê hatibû dûrxistin, roja Carşemê di teqekirinekê de li Florîda 17 kes kuştin.
Li gor berpirsê polîsê herêma Broward, navê bergumanê wê êrîşê Nikolas Kruz e û piştî êrîşê, bêy ti giriftekê ew li hewşa xwendingehê hatîye girtin.
Polîs dazanîn ku Kruz tifingek û çendîn mexzenên fîşekan bi xwe re hilgirtibûn.
Di wê êrîşa ku li bajarê Parkland, Florîda çêbû, xwendekar û kesên din jî hatine kuştin. Lê nehatîye zanîn ka çi mamosteyên xwendingehê di nav kuştîyan de ne yan na.
Di encama wê êrîşê de 16 kes jî birîndar bûne.