Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bahozeka Stûr li Qeraxa Rojhilata Amerîka Dide


Bahozeka bihêz li qeraxa rijhilata Amerîka xist û heft kesan jiyana xwe jidest da di encama ketina daran de li wîlayetên Virginia, Maryland, Pennsylvania, New York, Connecticut û Rhode Island.

Baran, berf û balîzokê wîlayeta Maine a bakurê rojhilat da ber xwe ta wîlayeta Carolina Bakur li başûrê rojhilat.

Hakimê Maine doh Şemiyê rewşa awarte ragihand û berî wî jî hakimên Virginia û Marylandê.

Nêzîkî 2 milyon mal û bingehên kar bê elektrîk man.

Trêna Amtrak piştî rawestaneka demkî derengî Şemiyê karê xwe berdewam kir, lê hin geştên xwe hatin şûnxistin.

Jimarek geştên esmanî li firokxaneyên New York û Bostonê hatin rawestan.

Bahoza ku roja Înê dest pêkir, li hin cihan beza ba gihîşt 145 kîlometran di demjimêrekê de.

XS
SM
MD
LG