Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Biden 39 Mîlyar Dolar Deynên Xwendekarên Amerîkî Dibexşîne


Dîmeneke ji xwepêşandaneke bo betalkirina deynên xwendekaran, Parka Lafayette li ber Qesra Spî li Washington, 30’ê Hezîrana 2023.

Wezareta Perwerdehîyê ya Amerîka ragihand ku rêvebirîya Biden wê 39 mîlyar dolar deynên zêdetirî 804 hezar kesan betal bike, ku ew kes dema xwendina xwe ya zanîngehê, bûne deyndarên dewletê.

Wezaretê ev biryara rêvebirîya Biden ya alîkarîyê wek encamekê "serastkirina" planên paşdedayîna deynan ya li gor asta dahatê (IDR) bi nav kir.

Li gor vê biryarê, deyndêr wê mafdarê bexşandinê bin, heke wan 20 yan 25 sal dravdana mehane ya IDR’ê bi cîh kiribin.

Bernameya IDR pêwîstîya dayîna dravdanê jibo deyndarên bi dahata sînordar dike û piştî çend salên pênasekirî jî deynên wan yên mayî dibexşîne.


"Ev deyndêr wê beşdarê bi mîlyonan kesên din bin, ku rêvebirîya min di van du salên borî de alîkarî pêşkêşî wan kiriye - di encamê de wê bo zêdetirî 3 mîlyon deyndêran zêdetirî 116 mîlyar dolar alîkarîya deyn were peyda kirin," Biden di daxuyanîyekê de got.

Wezareta perwerdehîyê herwiha balkişand ku alîkarî wê "xeletîyên dîrokî" serrast bike, ku wê bi saya dravdayînên bi mafê baxşandinê de were peydakirin û di çarçewoya planên IDR de tê pêşkeşkirin.

Wezîrê perwerdehîyê Miguel Cardona sîstema şikestî ya tekildar destnîşan kir û wiha got:

"Jibo demek pir dirêj, deyndêr ketin nav şikestên sîstemeke şikestî, ya ku nikarîbû pêşketina wan ya ber bi baxşandinê ve bi rengekî rast bişopîne."

Biden dîyar kir ku ewê pîvanên nû ragihîne da ku alîkarîya kredîya xwendekaran ji Amerîkîyan re peyda bike, piştî ku dadgeha bilind plana wî ya betalkirina bi sedan mîlyar dolar deyn, asteng kir.

Wezareta perwerdehîyê bi armanca şopandina rêkûpêk plana alîkarîya deyn bi 430 mîlyar dolarî pêyvajoyeke "sazkirina rêgezan" da destpêkirin.
Lê,tê pêşbînîkirin ku ev pêyvajo bi mehan berdewam bike.

Cîgira serok Kamala Harris jî bi daxuyanîyekê kêfxweşîya anî ziman û soza pirtir bernameyên alîkarîya bo xwendekaran da.

"Rêvebirî wê têkoşînê bidomîne da ku piştrast bike ku Amerîkî dikarin bigehîjin xwendina ya bi kalîteyê bilind, bêyî hilgirtina barê deynê kredîya xwendekaran ya nerêkûpêk."

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG