Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka îro bi Coşeke Mezin Yariya Dawî ya Fûtbola Amerîkî Dişopîne


Yariya dawî ya Fûtbola Amerîka îro Yekşemê demjimêr 6:30 êvarî li bajarê Miami yê wîlayeta Florida birêve diçe û bala bi dehan milyon hezkerên xwe dikşîne.

Matça dawî îşev di navbera tîma San Francesco 49ers û Kensas city Chiefs a wîlayeta Kensasê de ye.

Tê zanîn ku di nava 25 salan de, ev yekem car e tîma San Francesco 49ers digihe yariya dawî yê.

Jimarek dengbêjên binavûbang ên Amerîkî li vê yariyê amade dibin û statranan pêşkêş dikin.

Super Bowl ew yariya dawî ya qehremaniya fûtbola Amerîkî ye ku bi awakî salane tê lîstin û di sala 1967an de yariya wê ya yekem dest pê kiribû.

Yariya dawî yek ji boneyên herî girîng e li nik Amerîkiyan. Ew li nik wan ji fûtbola cîhanî pir girîntir e.

Herçendî navê wê fûtbol e, lê ew bi dest û piyan tê lîstin.

XS
SM
MD
LG