Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Bilind ya Amerîkayê Dest bi Nirxandina Doza Jiberbirina Zarokan Dike


Avahîya Dadgeha Bilind ya Amerîkayê li Washington.
Avahîya Dadgeha Bilind ya Amerîkayê li Washington.

Dadgeha Bilind ya Amerîkayê îro Çarşemê dest bi prosesa guhdarîkirinê ya doza mafên jiberbirina zarokan li welêt dike. Ev yek di demê de tê ku wîlayeta Mississippi hewil dide ku biryareke sala 1973’an, ku mafê jiberbirinê li seranserê Amerîkayê kir qanûnî, biguhere.

Dadgeha Bilind ji neh dadweran pêk tê ku şeş ji wan parêzkar (muhafizkar) in û sê yên mayî jî lîberal in. Ev dadwer dê bod ema 70 deqeyan guhdarîya argumanên bêjeyî di doza Mississippi de bikin. Wîleyata Mississippi dixwaze ku jiberbirina zarokan piştî 15 hefteyan ji avisbûnê qedexe bike. Dadgehên xwecihî heta niha rê li ber vê qanûna ku Komarî piştgirîya wê dikin, girtine.

Rêxistina Jackson ya Saxlemîya Jinan, ku klînîka jiberbirinê ya bi tenê ye li Mississippi, li hember vê qanûna li wîleyatê derketîye û piştgirî daye rêvebirîya Serokê Demokrat Joe Biden. Tê çaverê kirin ku biryara vê dozê li Hezîrana 2022’an were dayîn.

Qanûna sala 1973’an, ku bi navê Roe v. Wade tê zanîn, pênasînê dike ku mafê taybetmendîya kesayetî li jêr destûra Amerîkî parastina karîna jinê jibo bidawîkirina avisbûna xwe dike.

Dadgeha Bilind di biryareke sala 1992’an de bi navê Planned Parenthood, anku “Dê û Bavbûna Plankirî,” careke din tekezî li ser mafên jiberbirinê kir û qanûnên ku rê li ber jiberbirinê digirt qedexe kir.

Dadwerê parêzkar Brett Kavanaugh destnîşan kir ku eger Mississippi di vê dozê de ser bikeve, ewê qanûna nû jiberbirinê li seranerê Amerîkayê qedexe neke, lê belê ewê maf bide wîlayetan ku vê qanûnê li gor xwe bikar bîne.

Kavanaugh ji Scott Stewart, parêzerê ku nûnertîya Mississipî dike re got ku, “tu wê yekê gengeşe nakî ku dadgeh bi awayekî ji awayan desthilat heye ku jiberbirinê qedexe bike, lê tu wê yekê gengeşe dikî ku destûr derbarê vê yekê bêdeng e, lewra jî bê alî ye.”

Dadwerê serekî yê Dadgehê, John Roberts, ku bi xwe parêzkar e, got ku “çima 15 hefte ne bes in” jibo jinê ku biryarê bide ka gelo ewê zarokê ji ber xwe bibe an na.

Dadwerê lîberal Stephen Breyer beşek ji qanûna 1992’an xwend ku tê de hatiye gotin çê nabe dadgeh xwe ji givaştina sîyasî re bitewîne jibo guhertina qanûna 1973’an û ewê gaveke wisa “rewatîya dadgehê lawaz” bike.

Dadwera din ya lîberal, Sonia Sotomayor, jî got ku “mafê jinê yê bijartinê, mafê kontrolkirina laşê wê, bi zelalî di qanûna de hatîye dîyar kirin û qet nehatîye asteng kirin. Hûn dixwazin em vê xalê red bikin û tiştekî nû qebûl bikin.”

Ji derveyî avahîya Dadgeha Bilind li Washingtonê, bi sedan xwepêşander ji herdu alîyên dozê kom bûn.

Eger qanûna sala 1973'an hate guhertin yan jî hate sînordar kirin, hingê ewê parçeyekê mezin ji Amerîkayê vegera wê dema ku tê de jinên dixwazin avisbûna xwe bidawî bînin rastî bijareyê bibin ku jiberbirinê bi awayekî ne qanûnî bikin, yan jî biçin wîleyateke din ku jiberbirin lê ne qedexe ye.

Hêjayî gotinê ye ku jiberbirin dê li wîleyatên lîberal her qanûnî bimîne. Li 15 ji van wîleyatan, hinek qanûn hatine danîn jibo parastina mafên jiberbirinê.

XS
SM
MD
LG