Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Wek Bersîvdana Êrîşên Dawî li Rojhilata Sûrîyê Êrîşên Esmanî Pêk Anîn


Wezîrê Berevanî yê Amerîka Lloyd Austin ragihand ku firokên wan yên şer dembareke çekan li rojhilata Sûrîyê bombebaran kir ku hêzên girêdayî Îranê jibo êrîşên dijî hêzên Amerîkî yên li wê deverê dixebitandin.

Du firokên F-15 yên Amerîkî bingeheke çek û cebilxane ya li rojhilata Sûrîyê, ku ji alîyê Pasdarên Şoreşa Îranê û komên alîgîrên hikûmetê ve tê xebitandin, bombebaran kirin,” Austin êvara Çarşemê got.

Wî dîyar kir ku êrîş a li rojhilata Sûrîyê li ser daxwaza Serokê Amerîka Joe Biden hate kirin.

Austin hişyarî dane komên çekdar yên ser bi Îranê yên li wê herêmê ku ger êrîşên xwe yên dijî hêzên Amerîkî bidomîmin, ewê rûbirûyê bersîvdana xurt ya Washingtonê bimînin.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafê Mirovan (SOHR) jî ragihand ku firokên nenas navendeke leşkerî û depoya çekan li kolana Por Seîd ya li Dêrezorê bombebaran kirin.

Karbidestekî din yê payebilind, ku nexwest nave wî eşkere be, ji NBC re got ku armanca wê êrîşê mesajeke zelel ya ji Îranê re ye.

“Em ji we dixwazin ku ferman bidin kes û komên bin kontrola xwe ku êrîşn dijî Amerîka bidin sekinandin.”

XS
SM
MD
LG