Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka bo Bakurê Sûrîyê Careke Din Banga Kêmkirina Girjîyê Dike


Wezareta Derve ya Amerîka ser tevgerên Tirkîyê yên dijî bakurê Sûrîyê banga kêmkirina girjîyê kir.

Berdevikê Wezareta Derve ya Amerîka Ned Price da zanîn ku tevgerên Tirkîyê li ser leşkerên Amerîkî, ku bo têkbirina Dewleta Îslamî (DAIŞ) dixebitin, gefan çêdikin.

"Ew rewişa ser operasyonên pêkan yên Tirkîyê dibe sedem ku fikar bidomin. Em bi xurtî dijî operasyona Tirkîyê ne û dixwazin ku hemî alî demûdest girjîyê kêm bikin," Price got.

Amerîka, Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ya bi pêşengîya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di têkoşîna dijî DAIŞ'ê de wek hevkareke girîng dibîne, lê Tirkîye îdia dike YPG rêxistineke terorê ye.

XS
SM
MD
LG