Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Azad Mûsa: Pêwîst bû Amerîka Bijarên xwe Berî Êrîşa Tirkiyê Dabana Pêş


Serokê Amerîka Donald Trump behsa sê bijaran kir ,ji bo dan û standina bi êrîşa Tirkiyê li bakur û rojhilatê Sûriyê re. Yekem: Amerîka cezayên avbûrî bide ser Tirkiyê, duyem: hêzan bibe û Tirkiyê rawstîne û ya sêyem jî proseyeke aştiyê di navbera Kurdan û Tirkiyê de dest pê bike.

Çalakvan Azad Mûsa di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka dibêje ji Amerîka dihate xwestin ku van bijaran berî destpêkirina êrîşa Tirkiyê bide ber çavan.

Mûsa ku li wîlayeta Indiana dimîne got nebûna Amerîka li wê herêmê wê rewşa xelkê herêmê têk bibe.

Wî got:

“Wek welatiyekî Amerîkî, ez vê gava Amerîka şermezar dikim, lê ez hîn hêviyê ji hikûmeta Amerîka nabirim… Ez bawer dikim wê çalakiyên baş bibin û di van çend rojên pêş de wê guhertinek bibe.”

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê fayla deng veke

Hevpeyvîna li gel Azad Mûsa
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:20 0:00


XS
SM
MD
LG