Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pentagon Huşdariyê Dide Rêjîma Sûriyê li dor Bikaranîna Çekên Kîmawî


Wezîrê Berevaniya Amerîka Jim Mattis
Wezîrê Berevaniya Amerîka Jim Mattis

Wezîrê Berevaniya Amerîka Jim Mattis îro Yekşemê huşdarî da hikûmeta Sûriyê li dor bikaranîna çekên kîmawî di şerê navxweyî yê welêt de û got rêveveriya Trump bi zelalî diyar kiriye ku bikaranîna çekên kîmawî dê ne tiştekî aqilmend be ji aliyê rêjîmê ve.

Mattis ji peyamnêrên ku li gel wî diçin Rojhilata Navîn re got ew dilgirane li dor raportên bumbekirina civîlan ji aliyê hêzên serok Sûriyê Beşar el-Esed ve.

Berî gihîştina Umanê, mattis îro Yekşemê got:

“Niha em raportan werdigrin. Min çi belge nînin ez şanî we bikim, lê ez agahdarim li ser raportên bikaranîna gaza kulorînê.”

Wezîr Mattis got renge Rûsya jî destê wê di kuştina sivîlan de hebe.

XS
SM
MD
LG