Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ehmed Silêman Behsa Kuştina Rêberê Daişê li Sûrîyê Dike


Hêzên taybet yên Amerîkî roja Pêncşemê hejmarek cîhadîyên payebilind li bakurê rojavayê Sûrîyê kirin armanc û 13 kes kuştin di operasyonekê de ku Pentagonê ew wek operasyoneke serketî bi nav kir.

Serokê Amerîka Joe Biden kuştina serkirdeyê Daişê yê nû Ebû Îbrahîm el-Haşimî el-Qureyşî ragihand.

Endamê mekteba siyasî ya Partîya Demokrat ya Pêşverû ya Kurdî li Sûrîyê Ehmed Sulêman di hevpeyvînekê de ji Dengê Amerîka re got ku dema vê operasyonê ti pêwendî bi bûyerên ku li zindana Hesekê bûn nîne û ew bêhtir karekî istîxbaratî ye.”

Sulêman, ku bajarê ji Qamîşloyê dimîne, girîngiyek da kuştina Qureyşî û anî ziman ku “ev operasyon serkeftineke mezine li dijî Daişê, lê pirs ew e ka çima ev operasyon li Îdlibê ye ku herêmeke desthilatdarîya Tirkîyê ye."

“Daiş yan Al-Qaîde bi Osama bin Ladin û bi Zerqawî jî li Îraqê neçûn. Ev yek girêdayî ye bi gelek faktoran û xwedîyên wan yên herêmî û navnetewî hene ku wan bi kar tînin. Jibo vê yek ev kuştin lawazbûneke, lê ew nayê wateya dawîbûna Daişê,” Sulêman bi berdewamî got.

Jibo guhdarîkirina li hevpeyvînê fayla deng vekin:

Hevpeyvîna Li Gel Ehmed Silêman
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:42 0:00

XS
SM
MD
LG