Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka "Terorîstên Îslamî Yên Radîkal" li Rojavayê Sûriyê Şermezar Dike


Wezîrê Derve yê Amerîka Marco Rubio
Wezîrê Derve yê Amerîka Marco Rubio

Wezîrê Derve yê Amerîka Marco Rubio got ku Amerîka “terorîstên Îslamî yên radîkal” ên ku li rojavayê Sûrîyê welatî kuştine şermezar dike.

Rubio got, Amerîka ligel kêmîneyên olî û etnîkî yên Sûriyê ye.

Neteweyên Yekbûyî ji aliyê xwe ve daxwaz kir ku kiryar li dijî kuştinên komî li Sûriyê bibin.

Komîserê mafên mirovan ê NY roja Yekşemê bang li serkirdayetiya demkî ya Sûriyê kir ku destwerdanê bike da ku rê li kuştinên komî yên li deverên beravê bigire û tawanbaran mihasebe bike.

Volker Turk di daxuyaniyekê de got: "Ragihandinên rayedarên demkî yên niyeta wan ya rêzgirtinê ji yasayê divê bi çalakiyên bilez ji bo parastina Sûriyan were şopandin, di nav de jî girtina hemû tedbîrên pêwîst ji bo rêgirtina li her binpêkirin û pêkanîna berpirsiyariyê dema ev kiryar dibin."

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG