Hêzên Amerîkî nobedariya herêmên sînorî dikine li bakurê rojhilatê Sûriyê ji bo çavdêriya cîbicîkirina rêkeftina herêma aram di navbera herdû hevalbendên Amerîka, Tirkiyê û Kurdên Sûriyê.
Erebeyên leşkerî li nav gundên herêmê digerine da piştrast bikin ku hêzên Kurdî bingehên xwe vala bikin.
Di demekê de ku hêzên Amerîka roja înê li wir digeriyan, bildozeran çeper hildiweşandin û xendek kor dikirin.
Komandarê hêza ku nû hatiye şandin bo wan bingehan, Xelîl Xelfo got di demekê de hîn rêkeftineke siyasî nebû ye, hêzên wî naxwazin şerekî bi Tirkiyê re bikin.
Tê zanîn ku rêkeftina meha borî di navbera Amerîka û Tirkiyê de, gefên Tirkiyê yên êrîşkirina herêmên Kurdî li bakur û rojhilatê Sûriyê rawestandin, lê berferehiyên rêkeftinê hîn nehatine ragihandin û kar li ser dibe.