Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Dibêje Piştî Axaftina bi Rûsya re Ewê Gavên Pêwîst li Sûriyê Bavêjin


Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan
Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan

Tevî ku Tirkiyê hevalbenda Amerîka ye di NATO de, Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li gel serokê Rûsya Vladimir Putin kom dibe ji bo gotûbêjkirina operasyona Tirkiyê li Sûriyê.

Erdogan, bê ku berferehiyan bide, îro Duşemê li Stenbolê got:

“Em vê proseyê bi Rûsya re gotûbêj dikine. Piştre emê gavên pêwîst bavêjin.”

Wezîrê berevaniya Amerîka Mark Esper îro Duşemê gotibû Amerîka hêzeke xwe li bakurê rojhilatê Sûriyê, li nêzîkî zeviyên niftê dihêle, ji bo parastina wan ji çekdarên Daişê.

Karwanekî bêhtirî 100 erebeyên leşkerî li gel hêzên Amerîkî ji Sûriyê derbasî Îraqê bûn, wek beşek ji vekişîna hêzên Amerîkî ji wir, li ser biryara serokê Amnerîka Donald Trump.

Lê Mark Esper got hin hêzên Amerîkî hîn li gel Hêzên Sûriya Demokrat nobedariyê dikin li nêzîkî zeviyên niftê.

Serkirdeyê Pentagonê got ti biryarên demdirêj nehatine standin li dor jimara wê hêzê û ti pilan ji bo serok Trump nehatine pêşkêşkirin .

Trump roja Yekşemê gotibû ku wan zeviyên neftê ewle kirine.

Esper got,” Me niha hêz li du bajaran hene ku nêzîkî wê herêmê ne. Armanc ew e ku em rê nedin Daişê û gurûpên din xwe bigihîne wir û wan dahatan ji bo çalakiyên xwe bi kar bînin.”

Vekişîna hêzên Amerîkî Kurd dilgiran kirin li bakurê Sûriyê, cihê ku şervanên Kurd bi hêzên Amerîkî şer li dijî Daişê kirin.

Bi vekişîna Amerîka re, Rûsya ku hevalbenda serokê Sûriyê Beşar Esed e, vê valihiyê dadigre.

XS
SM
MD
LG