Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Huşdariyê Dide Sûriyê li dor Pêşveçûna li Başûrê Welêt


Hikûmeta Amerîka dibêje ew dê “pîvanên rijd û guncaw” bikar bîne ji bo parastina agirbesta li başûrê Sûriyê eger hêzên serokê Sûriyê Beşar el-Esed li wir êrîşî serhildêran bikin.

Di daxuyaniyeka ku doh Înê hatî belkavkirin de, wezareta derve ya Amerîka xemên xwe derbirîn li dor hin raportan ku hêzên Esed xwe amade dikin ji bo operasyonekê li nêzîkî sînorên Îsraîl û Urdunê.

Sala borî, Amerîka, Rûsya û Urdunê erê kirin li dor navçeyeka aram ku lê çalakiyên şer bêne rawestan.

Wezareta Derve ya Amerîka huşdarî da hikûmeta Sûriyê li dijî her kiryarekê ku metirsiyê bide ser wê navçeyê.

Xemên Amerîka û Îsraîlê bilind dibin li dor çalakiyên leşkerî yên Îranê li Sûriyê.

Îsraîl dibêje ew naxwaze hêzên Îranê li nêzîkî Girên Colanê hebin.

XS
SM
MD
LG