Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka û Talîbanê Rêkeftineke Aştiyê Îmze Dikin


Amerîka û tevgera Talîbanê rêkeftineke aştiyê îmze kir bi armanca bidawîanîna şerê 18 salan ê Afghanistanê, ku şerê Amerîka yê herî dirêj e.

Îmzekirina vê rêkeftinê renge alîkariya serokê Amerîka Donald Trump bike ku yek ji sozên xwe yên sereke pêk bîne û Amerîka ji “şerên bêdawî” vekişîne.

Li gor rêkeftinê, dê Amerîka bi hezaran hêzên xwe ji Afghanistanê vekişîne, li beramber pêgiriya Talibanê ku nehêle Afghanistan bibe meydan bo êrîşên terorîst.

Eger Talîbanê sozên xwe pêk anîn, dê hêzên Amerîkî di nava 14 mehan de ji Afghanistanê derkevin.

Amerîka piştî êrîşên 11 Êlûna 2001ê li New Yorkê, derbasî Afghanistanê bû ji bo şerê dijî Talîbanê, ku wan mêvandariya Osama Bin Laden û al-Qaîde kir.

XS
SM
MD
LG