Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çavkanî: Amerîka û Talîban li dor Planeke Vekişîna Hêzên Amerîkî Erê Dikin


US and Taliban
US and Taliban

Çavkaniyên taybet ên li dor pêvajoyên dawî yên Afghanistanê agahdar, îro Şemiyê ji Dengê Amerîka re got ku Amerîka û Tevgera Talîbanê renge li ser planeka vekişîna hêzên Amerîkî ji Afghanistanê li hev kirine. Li beramber wê, gurûpa Talîbanê wê piştrast bike ku dê tu gurûpên terorîst ên navnetewî axa Afghanistanê bikar neynin ji bo sepandina metirsiyan li ser Amerîka yan her welatekî din.

Ev lihevkirin encama nêzîkî hefteyekê ye ji diyalogeke berdewam di navbera niwênerên Amerîka û Talîbanê de li paytexta Qeterê Dewha. Niwênerên hikûmetên Qeter û Pakistanê jî li van kombûnan amade bûn.

Çavkaniyan ji Dengê Amerîka re got pêşbîne ku herdû alî plana vekişînê îro Şemiyê heta Duşemê ragihînin.

Vekişîna hêzên Amerîkî dê girêdayî agirbestekê be ji aliyê Talîbanê ve, lê vekişîn û agirbest herdu jî dê mercdar û sînordar bin.

Çavkaniyan got ne dûr e ku serokê Amerîka Donald Trump bi xwe vê rêkeftina li gel Talîbanê di axaftina xwe ya State of the Union de ragihîne.

XS
SM
MD
LG