Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Nêzîk Vaksîna Sêyem ya Koronayê Erê Dike


Amerîka gaveke din nêzîkî erêkirina vaksîneka sêyem a vîrusa koronayê bû, piştî ku paneleke Rêvebirîya Derman û Xwarinê (FDA) vaksîna kompanîya Johnson & Johnson himbêz kir.

Erêkirina fermî ya vaksînê renge di rojên pêş de bibe. Ev vaksîna ku tenê yek derzî ye, dê bibe sêyem vaksîna ku FDA erê dike piştî yên Pfizer-BioNTech û Moderna.

Endamên kutleya reşpêstan ya kongrêsê roja Înê li ser tilvizyonê handerîya Afrîqîyên Amerîkî kir ku vaksînan wergirin.

Civakên reşpêst û latînan li Amerîka di asteke nizim de vaksînan werdigrin li bermaber spîpêstan, li gor berpirsên saxlemîya giştî.

Di heman demê de, li Brîtanya kongireya yekîtîya bazirganî di lêkolînekê de dibêje pandemîyê “eynikeka nijadperestîya bingehîn” dabîn kir, û asta bêkarîyê di dema pandemîyê li nav civakên rengîn duqat bû li beramber ya spî.

Navenda vîrusa koronayê li zanîngeha Johns Hopkins îro şemîyê ragihand ku 113 milyon kes li seranserî cîhanê bi korona ketine û 2.5 milyon kes mirine

XS
SM
MD
LG